hawar bo biraderan

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  445 Dîtin
ey bira çîte lebatî şî’rî ’eşq û zułfî yar
xot fîday xakî weten ke, bo weten be cannîsar
şî’rî ’eşq û xet û xał hîç faydey têda nîye
şî’rî mîllîyet biłê bo qewmeket to carbecar
sa be azane bike cuhdê lebo hawqewmeket
bełkû to bo qewmî kurd bibte nimûney îftîxar
êste ke her mîlletê to nawî dênî giştyan
saḧêbî ’îlim û sena’î’ têgeyştû, xwêndewar
toş wekû şêrî jyan xot bihawre meydanî ’îlim
qet le seẍłet lamebe ey ẍunçeyî fesłî behar
takû řoḧit tya heye serfî bike bo mîlletit
ḧeyfe bê xizmet bimênê baẍ û mêrg û mêrẍuzar
çunke emřo mîlletî bêkes hemû to şik deben
toş leser em qewme labe çawekem toz û ẍubar