dostayetî

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  380 Dîtin
dostayetî her qise û witar bê
qet biřwa meke bo kes bekar bê
qisey bê pêz û kirdarî bê hêz
bo ewe başe her nadyar bê
kesê nakes bê cêy biřwa nîye
gerçî řûbeřû gułî behar bê
be minet namerd nanit pê bida
yaxwa ew nane be zehrî mar bê
jyanî be jan pûç û bê nirxe
mirov ger şad bê û sermayedar bê
bê îş û karî pyaw řîswa eka
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira
naxoşîy jyan tûşî herkes bû
ebê têkoşê heta řizgar bê
dûre le şeref pyawî xofroş
ba sermayeşî hezar hezar bê