şînname bo xwalêxoşbû «kakey felaḧ»

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 2 Xulek  240 Dîtin
yezdanî edeb mat û diłtenge
firîştey şî’ir pest û bêdenge
asmanî hestî berz û zanistî
lêł û tarîke çîye mebestî
xerîke daka řehêłey xefet
têkbida koşkî hest û miḧbet
eme bo çîye sa çî řûydawe
çi merdêkî çak axo nemawe
wełamî damê diłî birîndar
witî nazanî çerxî řojgar
kakey felaḧîKes koç pê kirduwe
yaney edebî gişt řûxanduwe
nuktey şîrîn û şî’ir û bîrî cwan
legeł kakeda çûne gořistan
herçende zore sałanî jînim
wêney em zate kesê nabînim
hestyarê bû be nirx û bała
şayanî řêz bû le hemû ḧała
kirdar û pîşe û řewştî çak bû
legeł naḧezîş zubanî pak bû
yarîder bû bo lêqewmawan
le gişt jyanya dûr bû le tawan
bo hemû kesê sayey umêd bû
daxekem wa zû le dinya derçû
cêgey win nîye supas bo yezdan
çak û benirxin wek xoy kuřekan
ewanîş hemû xawen şi’urin
le kar û pîşey xirape dûrin
cêgey ew bawke başe win naken
xerîkî pîşe û kirdewey çakin
nawit zînduwe heta qyamet
sa le gořit bê sedhezar řeḧmet