pyawî bê ḧeya

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  249 Dîtin
pyawî bê ḧeya û jinî ḧeyaber
ke bo bedkarî ebestin kemer
pelamar eden le hemû kesê
lenaw kołan û cade û serguzer
layan wek yeke aẍa û mîr û şêx
dom û qerec û merdî bê huner
pilar û cinêw çekî destyane
ke eyhawêjin bê tirs û ḧezer
pêwîste ke em core kesane
lenaw komełda bikirên derbeder
çunke jyanî em bedxiwane
wekû mîkirobe pîs û piřxeter