serxoş nîye
Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
388 Dîtin
hemû mestê serxoş nîye
her nustûyek bêhoş nîye
heye mestî destî ẍeme
bo bade qet xamoş nîye
heye mestî ’eşqî yare
kirdarî pest û boş nîye
herçî nałandî be diro
saxteçîye û nexoş nîye
herçî jinê ke řûy xoşe
beřêze û xofroş nîye
herçî qisey xwar û xêç bû
qeşmere badenoş nîye
ewey be fêłbazî jya
bo çakî be peroş nîye
wa mezanin wecax kwêre
jin ke řołey le koş nîye
xirapî jin napoşrê
siřpoşî be serpoş nîye
cwanîy mirov be řewşte
tenha çaw û biroş nîye
qumarbaz û gałteçîye
ewey ’eşqî be coş nîye
ew zêřey ke dozrayewe
hî min nîye hî toş nîye