tarîkî dinya

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  298 Dîtin
tarîkîy dinya gişt ko bêtewe
řûnakîy momêk naşarêtewe
hemû hetawî hawîn û behar
yek řengî sipî pê naçêtewe
ewey le esła ke bed řewşte
le karî çake esłemêtewe
çakî, xirapî be şwêna bikirê
wek befrî hawîn zû etwêtewe
xawenî çake nawî emênê
dergay řeḧmetî bo ekirêtewe
mirovî xirap wecax zadeş bê
her zor be sûkî naw ebrêtewe