yarim nexoşe

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  442 Dîtin
emřo nexoşe yare cwanekem
boye tał buwe lam jyanekem
perçemî řeşî cwanî şêwawe
be wêney gyane perêşanekem
çûme xizmetî hewałim pirsî
witim fîdat bê řoḧ û gyanekem
çîye nasaẍî endamî cwanit
bimirim ger dewat bo peyda nekem
êsta pizîşkit min le bo dênim
botî serf ekem gişt samanekem
be giryanewe cwabî damewe
witî le gyanma zore janekem
etirsim bimirim herwa be cwanî
bergî bukênî be berma nekem
witim gyanekem wa řeşbîn mebe
umêdim zore be yezdanekem
çak ebîtewe çaktir le herkat
min řoḧî xomit be qurban ekem