boçî wa tora le min?

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  328 Dîtin
pêy biłên bew yare cwane boçî wa tora le min
min gelê biřwam behêze qet diłî neşka le min
êste bîrim kewtewe dwê şew witim řûmet gułî
her leber em wate late ew diłî řenca le min
min ke řoj û şew le qesra yar û hawbezmî ewm
bo şitêkî wa biçûk ew ḧeq nîye lada le min
xo umêdî şadî jînim lem cîhane her ewe
çak ebê hestî egerçî zîze ew êsta le min
kes nîye wek min bizanê hawdemîy yarî cwan
min ke diłbestey ewînim boye sił naka le min