pêy nezanîwe

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  248 Dîtin
pêy nezanîwe ke min diłbendî řûy cwanî ewm
pêy nezanîwe be řoḧ û dił perêşanî ewm
pêy nezanîwe ke katê seyrî řuxsarî ekem
řûy ke wek řuje le zumrey řoj peristanî ewm
ew be řołey xoy ełê min bibme qurbanî diłit
pêy nezanîwe minîş herwa be qurbanî ewm
min ke her çende jyanim nerx û tamêkî heye
ger qibułî ka heta hem ’ebid û derbanî ewm
nîme meyl û arezûy zor xoşî biryanî û kebab
min kewa řoḧim fîday bê sîne biryanî ewm