tom bo çi xoş ewê

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  358 Dîtin
gyane ezanî tom bo çi xoş ewê
diłim le dinya tenya toy ewê
gelêk tûşim dên cwan û ’îşwedar
her be nîgay to diłim esrewê
wekû mirdû bûm zîndû bûmewe
ke mîwanim bûy her taqe şewê
wekû firîşte agadarim bî
koşkî jyanî berzim nanewê
gyanleber hemû bot dên be çoka
le řojhełata ke řût derkewê
hestî to çunke berz û bałaye
hawdem ke zana nebê natewê
qisey naḧezî nakesî bedxû
karim lê eka beqed biřnewê