diłî ser lê şêwaw

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  294 Dîtin
dił wêney hengî ser lê şêwawe
çote ser diřk le guł laydawe
wa demî tîjî diřk emjê
nazanî tîjîy diřk eykujê
dyare gułî cwan demî kirdewe
wa meylî bo lay diřk birdewe
herkes diłdarî ke lêy bêzar bê
eşê jyanî her tar û mar bê
naçarî eka diłî sergerdan
xoy ke bixate deryay derd û jan