xuda pêy da bextyarê

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  611 Dîtin
xuda pêy da bextyarê
destî xiste destî yarê
dest û pencey nermî guşî
le paşa cûte henarê
yarêkî zor şîrîn û şox
bała berzê wek çinarê
řûmet gulê, dem niqułê
perçem řeş, dîde xumarê
wêney nebû le ’alema
nazenîn bû ’îşwe darê
wadey dayê ke sibeynê
beser berin řojgarê
be mey be ney be soz û saz
têpeř biken hemû karê
’aşiq sed dînarî dayê
mesrefîş penca dînarê
bełam wade be cê nehat
mayewe řenc be xesarê