le layek

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  448 Dîtin
çawî řeş layek kułmî geş layek
diłmyan xistote gêjî deryayek
deryay diłdarî şepol bê payan
ba firyam kewê çend aşnayek
ta nexnikawim ba řizgarim bê
le serim derkem hemû xulyayek
temenim berze û diłim nefame
dûr be dûr besme nîwe nîgayek
taney nakesan wa pestî kirdûm
xerîkim biřom bo ser çyayek
lewê amadem be tenya bijîm
le bîr bermewe hemû hîwayek