befir û sermaye

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  479 Dîtin
bem gerdelûl û befir û sermaye
xeyałî řoyîn wa le sermaye
le karwanseray bazařî ẍemda
serim zor qałe be bê sermaye
hoşî dirust û berzî diłdarî
herwa le naxî diłey germaye
ew tîrey nîgar ke boy hawîştim
nûke tîjekey le cigermaye
tinokî xwênî zamakey derûn
êsta le pêłûy çawî teřmaye
ew kirasey yar bexşîbûy be min
hetakû emirim wa lebermaye
xozge bew kesey xuda pêy dawe
şew le baxełî germ û nermaye
minîş lecyatî hawser û hawdem
sîsirk le ḧewş û jûr û dermaye
weham biřyare şar be cê bêłim
gerçî sed xeter le sefermaye