hatûme lat

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  545 Dîtin
hatûme lat derim nekey
diłim be ẍem germ nekey
seyrî diłî gencim bike
temaşay mûy serim nekey
le řûy cwanit maçim dewê
zû bimderê şerim nekey
bimnase min diłsozî tom
be nefam têpeřim nekey
be watey pyawî nalebar
ařastey xencerim nekey
wîstim bijîm le sayeta
bêbeş le sêberim nekey
lêm tênagey min kêm û çîm
ta seyrî defterm nekey
berhemdare darî jînim
be darî bêberim nekey