le gułşen derçû

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  425 Dîtin
ke ew şoxe le gułşen êste derçû
jyanî piř le şadîman beser çû
ke destî xiste destî pîsî naḧez
be min çî yar eger hat û eger çû
hunermendêkî wek min derbeder mam
ke xway cwanî legeł yek bê huner çû
witim qurban meçore bezmî nakes
ke bednawî le dwaye hat û her çû
ewey wek min perêşanî ewîn bû
serî hełgirt û řoyî derbeder çû
kesê wek min le jîn her jan beşî bû
be mestî gyanî bexşî û bêxeber çû