çûme lay duktor

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  477 Dîtin
çûme lay duktor kewa çarim ka
lew derdey heme zû řizgarim ka
witim: ey duktor merdî çaresaz
çît laye çarey gişt azarim ka
witî: derdî to çare nakirê
wîstî řewaney lay diłdarim ka
witim: ew derdî be min bexşîwe
gerekte emca şêt û harim ka
ba bitlêmewe bem azarewe
bełkû yezdanî gewre çarim ka