tarîkeşew bû

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  547 Dîtin
katê tûşim bûy tarîkeşew bû
ke maçit pê dam wamzanî xew bû
bełam dû çawit wêney gelawêj
pirşingî eda xawen pirtew bû
dû ebroy řeşt bew şewezenge
şêwey lelay min wek mangî new bû
ew taney naḧez arastey kirdim
bo dił her wekû gulley biřnew bû
xermanî ’umirim wa be ba ekirê
herçende taze katî direw bû