mestim nekey

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  507 Dîtin
min mey naxom mestim nekey
řojî cejne pestim nekey
dest exeme ser memanit
berhełistî destim nekey
tom dîwe hoşim la nema
seyrî hoş û hestim nekey
her to umêdî jînmî
bo çî tir derbestim nekey
şî’irim giştî bo to ełêm
temaşay mebestim nekey
eřom be řêbazî jîna
dûçarî hełwestim nekey
xestem kewtûm le cêgeda
tuşî ẍemî xestim nekey