giryam

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  443 Dîtin
giryam ezanî min bo çî giryam?
betemay to bûm emşew bêyte lam
to ke nehatî nehatî dił bû
bełam gyanekem êstaş betemam
giryam ke tom dî legeł naḧezma
lem karesate mawim bê aram
newtî bedbextî řija be leşma
şiqartey negbet giřî tê berdam
egerçî umêd le diłma mawe
bełam yexsîrî kemendî bełam
le xwa exwazim ke to her xoş bî
zor giring nîye min mam yan nemam