umêdî diłşadî

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 2 Xulek  480 Dîtin
aramî gyanim se’at noy beyan
oẍrî fermû bo bezim û seyran
diłî lêsendim birdî legeł xoy
řoḧîşim legeł dił pêşkeş ekem boy
řoḧ û dił û gyan her bo ew başe
egîna hemûy puç û belaşe
serçawey jyan bê aramî gyan
hîç xoşî nabê bêcge le jyan
gêj û sersam û pest û debengim
ke ew lêm dûre zerd ebê řengim
řenge nezanê ke şeyday ewm
kujrawî dîdey wek şehlay ewm
řenge nezanê til edem be şew
ke ew lêm dûre lêm ḧerame xew
her le yekem řoj ke řûym dîwe
’eşqî le goşey diłim çespîwe
’eşqî wek agir etenêtewe
be awî řûbar nakujêtewe
katê belence ke dêt û deřwa
be xway cwanî baş ekem biřwa
ke letek mina dête giftugo
řoḧim le ’erşa eka hatuço
eger bo xendeş dem bikatewe
dił û derûnim řûn ekatewe
ger xwa nekerde le min diłgîr bê
xwaye diłî min let letî şîr bê
xwaye em gyanem qet lêm neřencê
çunke çaktire lay min le gencê
serokî cwanî hemû dunyaye
nimûney karî berzî xudaye
eger lêm řenca bêguman emirim
çunke min bergey xemî nagirim
em şî’re şu’ley řûnî hestime
awazî řoḧe û zor mebestime