awêne

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  909 Dîtin
şûşe ya awêneye yar kułme safulûsekey
her wekû řêḧane cwane qaqeze desnûsekey
çûme lay pařamewe agay le ḧałî min hebê
agadar bû lem tikayem dayke wek casûsekey
pirsyarî çen şitim lê kird le zanist û huner
zû derî hêna be wirdî lapeřey qamûsekey
ew «qeşe»y hawřazî yare jîr û zana zîreke
pêy biłên ba bes betundî lêbda naqûsekey
seyrî xałî řûmetî yarim ekird katî beyan
çend cinêwêkî be min da xałe bênamûsekey