geştêk le dinyay xeyała

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 2 Xulek  536 Dîtin
çûme her baxê gułêkim çinî
çûme her şaxêk ẍarêkim tenî
çûme her deştê bo seyr û geştê
le cwanî siruşt diłim pêkenî
çûme ser kejî «qendîl» û «ako»
le karî yezdan gyanim řaçenî
çûme kenarî řûbarî «sîrwan»
serî sûřhênam cwanî dîmenî
çûme «serçinar» şêwey beheşte
be awî cwan û baẍ û gułşenî
çûme «tewêłeCih» û «bełxeCih» û «byareCih»
bûme ḧeyranî bax û bendenî
çûme «şarezûrCih» le çem berew jûr
mayey şadîye kêłge û çîmenî
çûm bo «dukan» û bo «derbendî xan»
xoştirîn sayen bo diłřewşenî
înca suwar bûm mafurî hewa
ke fezay ebřî be şox û şenî
çûme turkya beşî kurdinîşîn
giryam le kirdey gerdûnî denî
lewê řûm kirde wiłatî «ermen»
diłyan cułanim guł û sewsenî
em xake herçîm dî her cwan bû
le sîḧrî cwanî bûme ermenî
beser «arasa» hatim bo êranCih
beyadî kawey şêrî wetenî
çûme mełbendî kurdistanekey
dîm şar û bax û kej û damenî
cwanî xwakirdî giştî tya ceme
beyan nakirê beyek dîdenî
baxî, mirovî, yaney, şeqamî
heway, yaranî taze temenî
wêney kem heye leser zemîna
be fîdayan bê «řoma» û «lendenî»
baxsus şarî «sineCih» û «erdebîlCih»
şêwey beheştî zewîn «ezbenî»
çûme «seqizCih» û «baneCih» û «mihabadCih»
«qełay merîwan»,«paweCih» û «keymenîCih»
bom bas nakirê çîm dî le xoşî
le bax û şax wikoşk û meskenî
derya û řûbar û deşt û mezarî
le sewze û mîwe û le xwardemenî
le nîgaranî şox û bała berz
le askanî xetaw xotenî
le mirovanî berz û beřêzî
wêney «heyas» û «ḧesen meymenî»
ke geřamewe lem geşte xoşe
binaẍey koşkî şadîm hełçinî
eme geştêk bû le dinyay xeyał
tan û poyekem be wirdî tenî