le kûrey mîḧneta

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  451 Dîtin
le kûrey mîḧneta sûtawe gyanim tê mege mawim
le gořistanî bedbextî binêjin termî sûtawim
şi’ûrim bêş’ûrî bû jyanim jan û zîllet bû
le pêş mergî ḧeqîqîda eme çil sałe fewtawim
le katî ’umrî lawîda hejarî hawdemî min bû
le pîrîşda be derdî dił perêşan û piřukawim
emin mirdûyekim lakîn eřom bê hoş û bê hestim
be wêney darî waweyla le weyla řût û damawim