ke şêr win bû çeqeł elûrênê

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  736 Dîtin
lenaw bêşke şêr win bû çeqeł boxoy elûrênê
we ya řêwî teres bê tirse kilkî heł’esûřênê
ke şu’ley berqî yezdanî le asoda biruskey da
diłî bê nerxî namerdan legeł tirsa elerzênê
ewey azaye bê bake lelay dinya ke agir bê
qełay poła be destî hîmmetî wek şûşe eşkênê
ewey řîswaye lay waye hemû kes çeşnî ew waye
be řêgey çewt û nařêka wekû ker heł’etîzênê
leber çawî nîye, dwařojî xoy û xizmî û yaranî
ewey emřo le baxî nakesîda xoy egewzênê
be řûxoşî diroy duşmin firîw qet nadrê zîrek
bełam bê hoş û bê qîmet be sehlî xoy edořênê
le xuda bewlawe kurdistan ke dîn û ayîne bo min
gyan bo ew fîda ekirê jyan hîç cilîwe nasênê
biłên: bew nalebaraney ke wa derçûn le naw perde
kemê şerim û şeref başe zeman bem ḧałe namênê
bese serpoşî bednawî neden hênde beseryana
ke mîllet baweřî hergîz be xa’în çunke namênê