ta key

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  315 Dîtin
bimênim bem ẍem û azare ta key
bijîm sersam û petyare ta key
weku mecnûnekey deşt û byaban
îşarem lê biken lem şare ta key
ewa wexte diłim derçê le sînem
nenoşim ’areqî dûbare ta key
kesan û nakesan lew yare şadin
beşim naşadîye lem yare ta key
erê ey çaresazanî xwanas
eken çarêkî em bê çare ta key