leser çî

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  542 Dîtin
le min sałêke řencawî leser çî
gunahim çî bû torawî leser çî
gułî gułzarî şadî bûy hemîşe
leberçî boçî jakawî leserçî
wekû caran ke min diłsozî to bim
beraber min ke gořawî leser çî
ser û roḧim çîye pêşkeş be to bê
bese îtir peşokawî leser çî
beharî jîn berew pîrî eto dê
îtir kem tîn û bêtawî leser çî