perî řû

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  540 Dîtin
perî řû to eçî bo te’zyey pîrêkî koçkirdû
nezer nakey le eḧwałî minî bo çawî to mirdû
eřoy wek ask û napirsî boç lem řêge westawî
ełêy winbe leber çawim etoş bimre «yeken derdû»
ewey çawit be êmey kirduwe baweř meke bîka
le cengî řûs û ełmanya be şarî «odîsa» hordû
umêdim wabû ta mawim nebexşî dił be ẍeyrî min
bełam fewta be nakamî dił û umêdî babirdû
lemin bêzarî êstake wekû nemdîwî û nemnasî
lebîrit çotewe dyare meger řojanî řabirdû
le gułzara min û bulbul emannałan le eşqî guł
ewa řêgey fenaman girteber bê beş le guł herdû