gunahim kird

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  656 Dîtin
gunahim kird dulber bexencer pare parem ke
weya wek xa’înî dewłet ḧewałey ser qenarem ke
gutume to gułî nerxim şikanûy min gunahbarim
nexoşî ’eqił û hoşim sa be kuştin zû be çarim ke
leperwazaye řoḧim wek firîştey zatî yezdanî
leberdemtaye amade be tenya yek îşarem ke
eger bimbexşî lem tawane qet řûm naye bitbînim
desa lem jîne peste heste lem şare pejarem ke
ełêm dûr bim le to řenge jyan asude bim îtir
bełam her dêmewe to seyrî em ’eqłe hejarem ke