řojê çûme der be ’ezmî geřan

ne leyl ne şîrîn
Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  325 Dîtin
řojê çûme der be ’ezmî geřan
kewte ber çawim şoxêkî cwan
nazkî xał û kułme ałekey
ne leyl ne şîrîn ne wek xeraman
le nakaw ke dîm ’eqił û hoşî bird
dił û derûnî kirdime buryan
penca sał ’umirim hebû tewawî
hat geřayewe bo çwarde sałan
pîrî û zwîrî xoy lêm şardewe
çûme ser bîrî gencêkey caran
kirde û ’îbadit le dewrî çil sał
be yek deqîqe gişt çû be tałan
be fikir û ’eqił zorim lêk dawe
şoxî wam nedî le dewrî dewran
qed û qametî wek sûre çinar
řeng û řuxsarî sewłî xeraman
dû çawî hebû zuhre û muşterî
cergî ’aşiqyan ekird be buryan
le giftugoy ew xeyał efřê
didan wekû duř lêw wekû mercan
le bedbextî min pîrî bê taqet
mubtelay kirdim be şîn û giryan
ḧesretî dił û henasey serdim
be serma řija derdî bê derman
kewtime gêjî beḧrêkî bê pey
umêdî necat nîye le cîhan
çunke nazanî lutfîNasnava edebî çi kare
her xefet bixiwa ta axir zeman