îlahî her toy ferdî firyadřes

Li pirtûka:
Dîwanî Lutfî
Berhema:
Lutfî (1905-1989)
 1 Xulek  1137 Dîtin
îlahî her toy ferdî firyadřes
her toy bo bêkes, pişt û pena û pes
her xot şarezay le ḧałî însan
le eweł ’umrî ta axîr nefes
xudaye şekwam bigate dergat
yekcar peşêwim bê şewq û hewes
řoj û şew pîşem şîn û giryane
da’îm meḧzûnim wek teyrî qefes
lew řojey bûme takû em kate
hîç xoşîm nedî ẍeyrez derd û bes
da’îm lare xwar, bê cê û sergerdan
nałey derûnim wek dengî ceres
eřom beřêwe ejnom elerzê
cerg û henawim buwe be qeqnes
xuda bo xatir sî cizmey qur’an
ew ’umrey mawe neřwa be ’ebes
be ta’et bişo jengî dił lutfîNasnava edebî
řoj û şew řû ke baregay eqdes