babetî2

esłî yekem
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  757 Dîtin
baweřit bibê be qeza û qeder
herçî ke buwe ya ebê yekser
her be îcad û xelqî xudaye
leser îradey xuday tenhaye
qeza be me’nay îradey zate
bo herçî ebê lem ka’înate
qeder be me’na îcadî eşya
lew zemaneda boy qerar dira
îcadî eşya her bo xudaye
xelq layqî zanay bînaye
ême cahîlîn be encamî kar
çî çakew îqbał, çî bedew edbar
her lew kateda ke îşê ekeyn
natwanîn tewaw tefsîlî bideyn
ew baze birdit panî çen pêye
çen cumget cûła û çenê lecêye
eger kesêkîş le to bipirsê
cwabit pê nîye qîmetî filsê
her şitê ekey ḧereke û sikûn
da’îm muḧtacî bolay řehnimûn
înkarim meke eme yeqîne
eẍłeb bêhoşî wekû mekîne
gelê car ’ezimit bo peyda ebê
biřê car ’ezimit lê berbad ebê