babetî2

«be’is»y pêẍemberan be qet’î pêwîste
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  580 Dîtin
însan ba jîr bê her ’eqłî xame
lebo be’zê şit ’eqłî nefame
ya ba dana bê be îşî dunya
agadar nîye le karî ’uqba
her dagîr ekirê be heway nefsî
ekewête şwên eẍrazî şexsî
çunke neydîwe řojî qyamet
xoy ehawête çahî nedamet
eger ’eqłî to wekû çiraye
nûrî enbya şemsî «zya»ye
her pêwîste boy nûrî hîdayet
ke le enbya eka sîrayet
ew nûre mayey şerḧî sidûre
bo ew quwete însan mecbûre
her bew nûreye katê hełgîrsê
bê ewey zahîr le kes bitirsê
le îşî çak û xirap epirsê
le sizay řojî ceza etirsê
her bew nûreye ke hoşyar ebê
leser qyamet xeberdar ebê
bo xoy û bo xelq ekewête řê
her meşẍûł ebê be îşî becê
be qed îta’ey heway nefsanî
însan naqîse nûrî îmanî
îmanî kamił nûrêkî pake
herkesê bîbê kirdewey çake