babetî5

çî ḧeram ebê be îḧram?
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  594 Dîtin
katê daxił bûy be şêwey îḧram
lêt memnû’ ebê şeş ferman temam
ewweł poşînî dûrawêkî wa
ke dewre bida be leşî toda
ya be yek e’za le e’zakanit
wekû ser ya dest yaxud pêkanit
emma qey naka ke bikeyte mil
qayşî şîr û kîf û ḧemayl
yaxud piştênê bibestîte pişt
têy hawî pare û pêwîstî xot gişt
ya ew îzare pêçawyete xoy
girêy lê bida ta řawestê boy
emma řîdakey nabê girêda
nabê be derzî teqełî lêda
herwa memnû’e poşînî řûy jin
nek baqî e’za, gwê bigre le min
dûhem memnû’e le ehlî îḧram
bon xoşî lebo lîbas û endam
sêhemîn çewrî lebo řîş û ser
lew îḧrameda heyetî zerer
çwarem biřînî nînok û muwe
le muddey îḧram lêt memnû’ buwe
pêncemîn nabê ḧeywanê bigrê
le weḧşî û beřî ke goştî bixurê
emane men’in le katî îḧram
fîdyeyan ewê be dînî îslam
şeşem cîma’e le katî îḧram
betał ekato ḧecit be nakam
herçen wacbe îtmamî ’emel
wacbe fîdye û qezay muste’cel