babetî2

erkanî ḧec çendêke?
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  596 Dîtin
erkanî şeşin, ewwełyan îḧram
qesdî daxił bûn le ḧecî îslam
dûhem westanî xakî ’erefat
ba kemtirîş bê le muddey se’at
paş wextî zewal le řojî nohem
ta berebeyan le řojî dehem
sêhem tewafî «bît alilّe»y ekirem
leber fermûdey xwawendî ’alem
çwaremîn se’ye, yanê řakirdin
nek be destûrî xo mandû kirdin
le nuqtey sefa ta nuqtey merwe
be sîdiq û sefa, be zewq û cîlwe
pêncem taşîne ya qirtanî mû
şeşem tertîbe wekû me’lûm bû
her řuknê bo ḧec meşmûlî emre
bêcge le westan, řukne bo ’emre
erkanî tewaf ḧewtin birakem
bot beyan ekem bibe xatircem
yekem bête cê lepaş ’erefat
le şew û řojî cejnî bê’afat
pakî beden û poşînî ’ewret
pakî le ḧedes, hem le cenabet
ḧewt dewre em ser «ḧicir al’esudErebî»
lay çeptewe bê «bît alilّhErebî»y emced
her řuknê fewta nusuk betałe
pêwîste qezayş lepaş ew sałe