babetî14

teqlîd kirdinî îmamî e’zim
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  573 Dîtin
leser mezhebî îmamî e’zem
řazî bibê lew xellaqî ’alem
diruste zekat ya fître bidrê
be tenha şexsê le her sînfê bê
herwa diruste bo fîrqey sadat
katê xumsyan be ḧeq pê negat
eyzen řewaye teslîmî qîmet
bo fître û zekat hem bo kefaret
neqłîş diruste bebê kerahet
lebo însanî saḧêb keřamet
wekû sałḧ û ’almî nafî’
wekû tełebe û însanî warî’
ya lebo xizmê ke bênewa bê
newek be latî sûk û řîswa bê
emma mekirûhe bêcge lemane
baş agat bibê lem eḧkamane
dey zor zerîfe teqlîdî bikey
katê ke zekat bew new’e bidey
ezherî dû qewł lelay şafî’î
neqłî memnû’e be men’î qet’î
be ẍeyre ezher neqłî řewaye
zor şafî’îyeyş fîkiryan waye
řêy řeftar kirdin bew qewłe edrê
herwa teqlîdî emaneyş ekirê
ewa derneçûy le qewlî îmam
bo neqłî zekat meqam be meqam
***
def’î be yekê le musteḧeqqan
le tenha sînfê le heşt sînfekan
ca’îze leser qewlî «astixrîErebî»
ba seyîdîş bê bo ḧîfzî fexrî
teqlîdê başe herkes epirsê
te’lîmî bike û diłit netirsê
***
diruste qebiz û eqbazî wekîl
herwa řewaye teqdîm û te’cîl
bem şerte ewey ke werî egrê
le katî wicûb şer’en pêy bidrê