babetî44

sunnetekanî xetîb
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  518 Dîtin
sunnete xetîb wextê bête mał
’eded ḧazir bê tewaw û kemał
ca selam bika leser cema’et
nwêjî teḧîyeyş be şertî wîs’et
înca serkewê bo serî mînber
yaxud şwênêkî berzî mu’teber
ke geyşte ser řû bika le ’am
be dengêkî berz lêyanka selam
bangider paş cwab des bika be bang
be dengêkî berz şîrînî şeş dang
le katî banga danîşê xetîb
ca hełsêtewe bo we’iz û te’dîb
be xutbeyekî kurtî be mana
îřşadyan bika bo dîn û dinya
be destî řastî lay mînber bigrê
berew řûy komeł emla û la negrê
be çep şimşêrê yaxud goçanê
pałî pêweda heta etwanê
lepaş xutbekan fewren bête xwar
des bika be nwêj be şerim û wîqar
ke necatyan bû îtir diłşadin
bo îşî xoyan be ḧeq azadin