babetî37
basî nwêjî cum’e
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
2 Xulek
796 Dîtin
bira le batî nwêjî nîweřo
dû řikat cum’e ferze leser to
leser emrî şer’ çen şertî heye
ebê bêne cê bo em cum’eye
wextî nîweřo û wez’î cema’et
qesdîşî şerte leser şerî’et
hem şerte bikirê le nêw wiłata
yanê le xîtey şar û dêhata
katê dûr kewê le cêy me’mûre
yeqîn ew cum’e le sîḧḧet dûre
nabê cum’ey key leser pêşkewê
ya beyekewe dwan řê kewê
meger zeḧmet bê ca be naçarî
te’eddud ebê bo ehlî şarî
hem şerte çil pyaw azad û hoşyar
wetenî û cêgîr le dêhat û şar
nek jin û şêt û ẍerîb û řêbwar
yaxud koçerî û nîştecêy dewar
bixiwênêtewe xetîbî edîb
dû xutbe le bo îrşad û te’dîb
erkanî xutbe pêncin muḧeqqeq
le herdûyana ḧemd û senay ḧeq
legeł sełewat leser pêẍember
înca mew’îzey xêr û mu’teber
payanî ewweł ayetî qur’an
encamî emyan du’ay mu’mînan
leş pîs nebûne û desniwêjêkî cwan
xo dapoşîn û pakî leş û gyan
xetîb řawestê le herdûyana
baş dabnîşê le beynyana
pêwîste çil kes řuknekan bibyen
kem û bîşêkîş me’anî tê bigen
le paş zewal û le pêş nwêja bin
be zimanî ’ereb çak dařja bin