babetî10

esbabî «ẍusil», yanê xo şorîn
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  718 Dîtin
ewey ba’îse bo ẍusłî e’za
yanê şorînî sertapay bała
yekem mirdine, dûhem minał bûn
ḧeyz û zeysanî le paş řizgar bûn
wez’î cenabet yanê leş pîsî
esbabî duwe, eger epirsî
înzalî menî û duxûlî zeker
be nawî ferca, dwa bê ya ber
ferzî xo şorîn ewweł nyete
bo def’î ḧukmî ew cenabete
dûhem şorîne bo leşt hemû
be awî řewan çi pêst û çi mû
naw pelkey jinan eger teř nebê
ba bikirêtewe ta baş teř ebê
bo desniwêj û ẍusił nebî bêxeber
le qulî pajne û kelafey mûy ser
jêrî nînok û goşe û pêłûy çaw
loçî derewey gwêyanit tewaw
herçî derkewê bo qezay ḧacet
bîşore lebo řef’î necabet