babetî87

waqî’atî sałî bîst û dû
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  752 Dîtin
sałî bîst û dû ’emrî cwan merd
«tirabilsErebî» û «birqihErebî»y fetiḧ kird
lem sałeda bû fetḧî «’esqelan»
mu’awîye bû serokî yelan
fetḧî kirdewe birakey nu’man
xakî «hemedan» paş sewre û tuẍyan
cerîr fetḧî kird «qezwîn» û «zencan»
ne’îm xakî «řey» meşhûr be «taran»
hem dagîrî kird «qums» û «gurgan»
hem «teberistanErebî» be hêzî merdan
be emrî ’umer ne’îmî dił pak
bû be komek û yawerî semmak
ta dagîryan kird be sułḧ û peyman
tewawî xakî «azerbaycan»
lem sała bû hat suraqey mensûr
«bab»y dagîr kird wekû şêrî sûr
le babewe çûn be ’ezim û îman
bekîre û ḧebîb, ḧuzeyfe û selman
bo xakî «muqan» bo «lan» û «tiflîs»
hemûyan dagirt be emrî ře’îs
«’ibid alirّḧimanErebî»y îbnu řebî’e
em pałewaney paye řefî’e
be emrî ’umer be fetiḧ û zefer
řoyî bo ẍezay turkî belencer
’utbe binî ferqed şecî’î meşhûr
fetḧî kird hemû xakî «şarezûr»
hem dagîrî kird xakî «samẍanErebî»
geyye nizîkî azerbaycan