babetî84

waqî’atî sałî hejdehemî hîcrî
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  857 Dîtin
le hejdeda hat ta’ûnî «’emwasErebî»
gelêkî fewtan le kubbarî nas
řêkewt lebo şam ḧezretî ’umer
le bîmî şeřî řomî bed semer
paş îstîşare le řê geřawe
xalîdî legeł xoya hênawe
lepaş řizgar bûn le ta’ûnî ’am
kewte řê ’umer bo dîmeşqî şam
le şarî şama bîlalî enwer
carê bangî da be emrî ’umer
be yadî ḧezret yaran hatne coş
diłyan hate kuł be wêney ḧewcoş
firmêskyan eřişt be wêney baran
ke be xuřřem bê katî beharan
bełê be bas û «tizkarErebî»y yaran
çawî muştaqan eřjênê baran
çen xoşe ke yar bo yarî gyanî
sîney bibirjê wekû buryanî
be coşî sîne û be firmêskî çaw
îsraḧet bida be dił û henaw
her lem sałeda ’emrî kuřî ’as
řoyî lebo mîsir be şewket û bas
be wextêkî kem qa’îdî ře’îs
şarî «firmaErebî»y girt, hem şarî «bilîsErebî»
be çwarde mang quwey behîye
fetḧî kird şarî «askindirîّhErebî»
’emrî xawen dił «misirErebî»y qedîmî
kird be qerargay supay ’ezîmî
lewê bînay kird mizgewtê be emir
nawî meşhûre be camî’î ’emir
le hejdewe bû ta bîst û yekem
muddey em fetḧe bebê zyad û kem