babetî68

bang kirdinî pyawe gewrekan bo îslamîyet
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  693 Dîtin
zor bangî fermû le saḧêb cahan
kaẍezî nûsî bo padşahan
bo «qeyserî řom», bo şahî «kîsra»
bolay «muqewqes» le xakî mîsra
bo «’ebid» û «cîfir» dû şahî ’umman
bo «hozey ’elî» yemame mekan
bo «şahî beḧreyn» saḧêb merḧeme
bo şahî ḧebeş ye’nî «esḧeme»
bolay «ḧadîs»y ẍessanî neseb
padşay ẍutey bêḧîlim û ḧeseb
kaẍezî nûsî bo «ferwe»y serwer
saknî me’an tabî’î qeyser
kaẍezî zore bêcge lemane
be’zêkyan mawin ew kaẍezane
be’zê cwabyan piř bû le edeb
wa ke layq bê be mewlay ’ereb
be’zêkyan dûr bûn le şêwey kerem
be wêney «perwêz xusrew»y ’ecem
be’zê geyştin be nûrî îman
wekû «necaşî» û «melîkî ’emman»