babetî20

geřanewey bo şarî mekke
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  721 Dîtin
ke geřayewe ew şay bê ’eybe
le řêda řaburd lay ’etbe û şeybe
çunkî xizmî bûn řeḧmyan coşa
bo kizî ḧezret diłyan xiroşa
xadmêkyan bû nawî ’edas bû
ehlî neynewa û nesranî nas bû
bewa boyan nard mîqdarê tirê
ta meylî bika katê meylî bê
çûn bextyar bû ’eddasî ḧeqnas
tirêkey dana be şerim û îxlas
paş «bisim alilّh alirḧimin alirḧîmErebî»
be’zêkî lê xward serwerî ’ezîm
te’eccubî kird ’eddas lem îsme
çûn bêxeber bû lew îsim û řesme
înca be nermî lêy pirsî ḧezret
xełkî kam şarî û merdî kam ’eşret
wełamî dawe be nermî û exlaq:
xełkî neynewam le xakî ’êraq
fermûy: neyneway yonsî biram?
xoşewîstekey xuday «zwal’îkiramErebî»?
bem qise ’eddas gelê mesrûr bû
be feyzî xuda diłî piř nûr bû
îmanî hêna be diłêkî pak
bû be merdêkî çaw û dił řûnak
ca ḧezret řaburd lew xak û ehle
hetakû geyşit be «bitin nixilةErebî»
nîweşew lewê be nwêj û qur’an
meşẍûł bû heta wadey berbeyan
ḧewt kes le cînnî be emrî xwa
qur’anyan lê bîst hemû lew şewa
îmanyan hêna be xuday tenya
le eḧqafaye «we îyzْ serefْnaErebî»
ke geyîye mekke ḧezretî hadî
têgeyî fîkirî eşxasî ’adî
řoyşte penay dilêrî bêẍem
weledî ’udey, meşhûr be «mi’timErebî»
le penay ewa be şerim û temkîn
dewamî ekird leser neşrî dîn