muqeddîme

bisim alilّh alirّḧimin alirّḧîm
Li pirtûka:
Baranî Řeḧmet
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  1268 Dîtin
sena û supasê leser sefa bê
selamê leser şêwey wefa bê
ewyan «teḧîّhErebî»y zatî xudaye
emyan «hedîّhErebî»y řesûlełłaye
be cîlwey feyzî ’alî cenabî
biga be řoḧî al û esḧabî
hem bew kesane be řêgey dîna
egeřên be şwên hêzî yeqîna
***
paş senay xuda û selamî serwer
’erzim emeye kurt û muxteser
be emrî xuda ferze leserman
bizanîn me’nay îslam û îman
esił û fer’î dîn, ’eqîde û ’emel
baş řagîr bikeyn ta katî ecel
ta be baweřu kirdewey pesend
le dunya û dîna bibîn behremend
ca çunkî kurdî çake bo kurdan
şî’rîş şîrîne lay zewqî wirdan
nûsîm be kurdî kitêbêkî sûk
sade û asan bê bo gewre û biçûk
leser ’înwanî «baranî řeḧmet»
çunkî le diła eřjênê ḧîkmet
umîde bibê be mayey îḧsan
wekû baranî aramî nîsan
tertîbî waye: yek muqeddîme
dû babî ’umde, înca xatîme
le pêş meqsûda em muqeddîme
lebo çawřûnî gelê lazîme
fî’lî mukellef «wacbe û ḧeram
mendûb û mekiruwe, mebaḧe», temam
«wacb» kirdinî mayey sewabe
terkîşî mayey qehir û ’ezabe
«ḧeram» eweye terkî sewabe
kirdinî mayey qehir û ’ezabe
«mendûb» kirdinî îḧsane û sewab
terkîşî nabê be mayey ’ezab
«mekirûh» terkekey îḧsane û sewab
bîşî key nabê be mayey ’ezab
«mebaḧ» tabî’î meylî însane
kirdin û terkî herdû yeksane