le musułmanewe bo cenabî ḧeqiq mezbete bê

pênc xiştekîy mezbete bo cenabî ḧeq
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  410 Dîtin
le musułmanewe bo cenabî ḧeqiq mezbete bê
çi řeway ḧeqqe ’edû ḧakmî em mîllete bê
melîk û seyîd û begzade fîrar û çete bê
fuqera û usera her beşî em zîllete bê
’ulema û qazî hem muftî em bîd’ete bê
le suleymanî û kerkûk û wiłatî kifrî
nûrî çawanî eger tabî’î zułim û kufrî
werne wek ce’ferî teyyar be bałîş bifřî
be xuda bê huner û zuşt û le xaney sifrî
ta felek salarî em komeł û cem’îyete bê
em ẍem û negbete çewtî řewişt û îqbałe
çunke em ’aleme îẍwa buwe ’alem zalhErebî...
’ulema û suleḧa talîbî genc û małe
şikî têda nîye em derde cezay e’male
yaxuda axrî em hey’et û wez’îyete bê
taqmê gerçî nîza’yane leser îstîqlal
nawyan derçuwe bêçare be sû’î îstî’mal
çunke bê paren eger lêre biken îstîḧsal
le kinim waye be teyyare deken îstîdlal
em nîyet çatre ’alem leser ew nîyete bê
dîn û îmanî hemû dewłet û mîllet pare
menşe’ û mursî enwa’î muzîllet pare
çîye dermanî ẍem û mîḧnet û ’îllet pare
mesqelî quweyî îdrakî delalet pare
sabîrîNasnava edebî lorde eger eger waqîfî em ḧîkmete bê