nehatî bo tedawî cerg û dił sûtaw û birjawê

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  538 Dîtin
nehatî bo tedawî cerg û dił sûtaw û birjawê
demêke çaweřême to beseryana bikey awê
řefîqanim meken men’im be řu’yey yar sûtawim
kesê agir le małî berdira naçar ełê awê
xîlafî ’adete qurban ke to řeḧmê be min nakey
be ḧałî řeḧim eka ’alem bibînin xanesûtawê
be çawî to geyştûme be ḧałî canîbî mergim
le lam řaḧettire sedca dełêm em jîneme nawê
ke řabûrî be serma damenî pakit be darake
newa alûdebê em damene paket be xwênawê
diłim teskînî naye çawî min firmêskî nawestê
meger řojê be çawî merḧemet seyrim bikey tawê
şikatim lay ḧekîmê kird û girya û pêy witim: sabîrNasnava edebî
’îlacî ’aşiqan sebre îtir dermanî pê nawê