yarî min to bî xuda zamî diłim mekulênewe

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  459 Dîtin
yarî min, to bî xuda zamî diłim mekulênewe
xot le min ’aciz meke dûbare memsûtênewe
emkujî řû wer’egêřî yarî min ḧaşa ekey
çî le mujganit ekey giştî be goşt û xwênewe
diłřifên û sefşikên û xwênřijên, aza were
can û dił biřfêne, sef bişkêne, xwên biřjênewe
to ke řoyştî be destûrê siruşkim dê ledût
baweřit bê nûrî çawim can û dił etwênewe
agirî berdaye îqlîmî byabanî wicûd
yarî sabîrNasnava edebî ayetî ya nar kunîErebî xwênewe