be çawî qesdî řoḧî min deka da’îm le parêze

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  498 Dîtin
be çawî qesdî řoḧî min deka da’îm le parêze
xuda yarim le fîtne û min le çawî ew biparêze
be tîrî ẍemzekey yarim perêşan û birîndarim
xerîkî nezim û eş’arim egerçî dewrî îngilêze
le cêgayê ke sułtanî cemałî leşkir’ara bê
çi cêgey selim û tûr û camî cem ya tacî perwêze
lekin tîẍî biroy beḧsî ’elî û zulfeqarî çî
lekin mujganî ew bê ’eqłîye beḧsî řim û nêze
’ecayb diłřifênêke be nazî çawî ’eyyarî
ke nîme qîmetî îmayekî şîrîn û şewdêze
çi yarayêke teqdîrî beha bo çawî mazaẍî
ke edna qîmetî řum û ’ecem kurdan û tewrêze
le dû cadûy suxendanî le ẍunçey lêwî xendanî
witî musa ke: ya ’îsî, minî asa biparêze
lekin ařayşî ḧusnî zuleyxa des be awêne
kil û şaney lekin leylaye hem şîrînî perwêze
le hawar û fîẍanim pêkenînî dê çi bêřeḧme
musułman îşî wa naka mezenne řûs û îngilêze
xudaya çawî çawî min le çawî bed biparêze
egerçî çawekem çawî řeş û fettan û xwênřêze
ẍezel bibřêtewe çake beyane wextî îmsake
lemewla řû le mewla ke zemanî wer’ û parêze
diłî sabîrNasnava edebî birîndarî xedengî çawî diłdare
siruşkî çawî da’îm carîye manendî karêze