leyl ziberced bêz

Li pirtûka:
Şî’rekanî Turkemîr
Berhema:
Turkemîr (1750-1820)
 1 Xulek  718 Dîtin
leyl ziberced bêz ...
zinx zeř fincan, leyl ziberced bêz
lew memlû meşreb, mujgan mejan bêz
çen lew pey ew lew şew meken temêz
bîm beyaz bî zerd, xał soz û zułf dêz
şefîn şîrîn şehd şûřengêz
çîçî xerxufaş lêm meken sitêz
xwer weşten çwî xwer le xawer gurêz
«ḧ» ’arz neban «bi» erqemawêz
«zirs» zahîr ne cay zedey zirs dêz
ebrû aşûy ’am ’eynan surmeřêz
şew şîrîn xewan sû şîrîn axêz
mer şîrîn ne pişt pencerey perwêz
nîm nigay şîrîn tun xû xezewxêz
mer biłqeys banû binit şa perwêz
ya je ferengîs feřen feřengêz
berze baławen peř lare û sitêz
her ne kidûret, lenc û larexêz
mecnûn je lêz ken, min jew bedter nêz
nêş wecay ẍemzeş je dił kenen lêz
meszim çwî şem’ ta seḧeranxêz
berd binçînem we wêz dane xêz
şwan şew lêz gum werdaşten we wêz
turke çwî mirxan şew nedaro lêz