fełek we dergat ye çwîn řewa bû

fełek řewa bû
Li pirtûka:
Şî’rekanî Turkemîr
Berhema:
Turkemîr (1750-1820)
 1 Xulek  688 Dîtin
fełek we dergat ye çwîn řewa bû
her leylê layq xezaney şa bû
mudam awarey dwîr je mawa bû
daym der saqî ya ne gida bû
qełemzen xweşî newînê we çem
çarenwîs famit je ser bikê řem
nimûmê wey tewr şikûfe newdem
ẍurbet kirdye we ẍemxaney ẍem
bała wey berzî, feyz wey fezayî
şew wey peşêwî, hem nařezayî